Te nabînim Şiiri - Abdurrahman Atabey

Abdurrahman Atabey
34

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Te nabînim

Te nabînim

Ev e çend sal e te nabînim
Bo dîtina;
Çawên reş, gerdena sipî, nêrîna fîrdewsî
Çol û çiyayan
Şehr û bajaran
Kuçe û kolanan li te geriyam
Caran wekî Mecnûnê dîwane
Caran wekî Yaqûbê dil birîn
Caran wekî Siyabendê bêmiraz
Caran wekî Memê Alanê bêçare
Bo vê çerxa felekê
Ez çûm ba Ehmedê Xanî û Melayê Batê
Gotin min; dara hêviyê hişk neke
Min nezanî xewn bû yan xeyal
Rewnaqa bejn û bala xezalê
Şeva tarî ronahî kir
Ronahî bû dermanê;
Kul û kowanên min
Cemeda cergê min helîya
Ewrê li ser dilê min belav bûn
Kaniya ewînê der bû
Xemilî wekî bûka baranê

12.02.2012
Abdurrahman Atabey-Diyarbakır

Abdurrahman Atabey
Kayıt Tarihi : 21.12.2015 14:47:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Abdurrahman Atabey