Te Agir Berda Canê min Şiiri - Mehmet Al ...

Mehmet Ali Can
61

ŞİİR


2

TAKİPÇİ

Te Agir Berda Canê min

Ma qey navbera me çeme
Ez bi hesreta dîtina te me
Zêde dikî dem bi deme
Te agir berda canê min

Çi dikî xebera wê tê min
Zanim çawa dijî bê min
Bê te şev û rojê’m kêmin
Te agir berda canê min

Te da dû gotin û galgala
Te min hişt dest û mal wala
Bendî te mam ez bi sala
Te agir berda canê min

Te ne pirsî çi bû rastî
Qey te wilo kir ji qastî
Weşîya por, rizîya hestî
Te agir berda canê min

Mehmet Ali Can
Kayıt Tarihi : 5.5.2024 23:39:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!