Dema ku ji kozika gulvedana awirên qemer
Dûr diketim,
Nifirên ku li ser pişta ewrên biharê
Zîz dibûn,
Çonga xwe di parsûyên hêviya min de
Dişikandin.
Wê demê, li helke helka qermîçekên tayek reben,
Rast dihatim.
Û li çavên tevizî ku ji min re kemîn danîbûn,
Hildikumîm.
Şewta ku bi birûyên te yên ji bêhna kizûriyê ,
Dialiqîn,
Bi laşê tazî yê jehra mara xwe lê gerandibû,
Radipelikî.
Di bin kevir û kuçikên ku bi ser min de dibariyan
Û bi mizawiriya gavên pêxwas, dilê şerpeze
Dîsa jî li rêyeke, bayê rûreşiyê li dû xwe dihişt,
Digeriyam.
Diwestiyam, devê min diket tev
Lê min rûyê xwe dabû ezmanên
Ji gilî û gazincên kerkotî dûr.
Li mistek bişirîna, nû ji dayik dibû,
Li çipikên barana ku li ser şewqa bîbikên te dibariya
Û li rengê pinpinîkên ku
Bi destên zarokan ên hinekirî dihatin jimartin
Digeriyam.
Min dixwest di nav poşmaniya hêsirên te yên guvaştî de
Çend kêlan li birînên daxdayî bixim.
Lê gavên ku dikuliyan, li ser kurçika hustê min,
Xwe ji heybeta gure gurek bêtebat ditewand.
Roza Metîna
Roza MetinaKayıt Tarihi : 15.5.2018 03:53:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

TÜM YORUMLAR (1)