Xweda î bê kêmasîye
Tevde bêjin subhanellah
Xweş gotinek elmasîye
Tevde bêjin subhanellah
Ewr li jor dalaqandî
Li roj tîrêj biriqandî
Li çiya agir teqandî
Tevde bêjin subhanellah
Ax bi bahar xemilandî
Çiya li ax çikilandî
Bi tewl û dar xemilandî
Tevde bêjin subhanellah
Nav sitirî gul vekirî
Bêhneka xweş lê werkirî
Vistanê tev dikê mirî
Tevde bêjin subhanellah
Tişta dayî bi hikmet e
Tiştên dayî xweş nimet e
Gotina wê her rehmet e
Tevde bêjin subhanellah
Her tişt çêkir bi cote cot
Hin bi evîn hin jî bi hot
Dil bi işqê her tim di sot
Tevde bêjin subhanellah
Mêş û gêrik her tim bi kar
Bi feydeye her tewl û dar
Ax çiya û hem zinar
Tevde bêjin subhanellah
Şev ji bona bêhnvedanê
Roj ji bona danhevdanê
Çêkirî sing bo hedanê
Tevde bêjin subhanellah
Şan bi şan hingiv ji mêşê
Sipîk ji pez û gamêşê
Ji ruaxê heya arşê
Tevde bêjin subhanellah
Kayıt Tarihi : 17.10.2024 16:15:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!