Strana Evînê Şiiri - Ömer Demir

Ömer Demir
24

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Strana Evînê

Strana evîna min;
Ji dengekî kelegirî,
Çend peyvên zîz,
Wekî dilopa ava keviyan
Zelal,
Lê tijî merem...
Dû hev,
Bişid û herîkbar
Ji nava nefeseke westiyayî;
Di kuna bilûra bilûrvanekî re;
Dû hev rêz dibin;
Rêz dibin çend gotinên sotî,
Bi kela dilekî bihujî,
Û hişîmend...

Ji dengekî xeyîdok;
Bi awazeke xwerû-gazinc
Pey hev,
Kom dibin çend gotin,
Û ref bi ref tên ser zimên.

Ji gewriyeke tî û zuha,
Bi daxwaza şerbikekî ava zelal;
Ya wekî şîrî spî,
Sar û qerimî.
Wekî dewê rex rûbarî
Yê sibitkirî
Ji destê xweşdiviyê;
Tevî ava avzemên çiya,
Lîlava ber keviya...
Qurt bi qurt daqultînin;
Çend biwêjên têrtijî,
Bi ser hinavên kelijî re
...

Hingê;
Bayê xeyalên min diçe,
Digere li deverên veşartî;
Li gundekî xweş,
Li nav çar çiya,
Di newaleke kûr de rûniştî.
Û aveke sar,
Bayekî hûnik,
Xwezayeke paqij
Di nav hev de...

Ji dengekî westiyayî;
Hin gotinên bêhn xwêdangirtî,
Digel awazeke cotkar û rêncber
Tevî du eyhotkên pale
Û nefeseke têraxînk...
Dû hev,
Hûnandî,
Lihevhatî,
Xweşik û fesîh,
Zelal û vekirî
Rêz dibin û tên ser zimên.

Wekî stranekê,
Strana evînekê,
Evîna mirovekê,
Mirovê welatekê...
Di dileke kesertijî de
Çend xwezî,
Wekî kulmeke agir,
Nexêr, xwelîmora dil,
Heye ku bizoteke gur
Ji nava rêzikên rêsayî,
Li ser tevnê hinavan
Di nava kovanan de
Tên raçandin û der birîn;
Ji gewriyeke tal û tî...

Bayê xeyalên min diçe;
Digere,
Vedinêre dinyayê.
Li nîvê şeveke daçûyî,
Piştî hingorê razanê,
Di xewneke hilçûyî de
Ji dengê têla tembûrvanekî şareza,
Çend dilopên gotinan
Yên jibîrbûyî,
Mîna xiltê sorikê hildidin;
Di nav bîrhatinên kevin de
Pir dijwar...
Dû êk,
Mil bi mil,
Bi perwer,
Çav-vekirî
Tên serdana guhçikê dilê min;
Û ji nişka
Mîna jehra dûvpişka
lê digezin...

Hingê,
Deng...
Dengê dil...
Dengê Janan
Lêdana rajenê bi têrguman,
Û hesteke di navbera tirs û kêfê de
Yanî kelecan...
Kelecan vedigire min.
Vêca, diherikin ji kûrahiyan,
Dû hev,
Rêz bi rêz,
Çend dilopên zelal,
Germ û sûr tên ser hinarîkên rûyan;
Û li hevokan dibe zêmar...

Hingê,
Ew stran,
Strana ji harmoniya dengan
Û pêjnên têvel afirî
Diherike ser ziman:
Xwerû gazind,
Têr merem,
Tijî keser,
Bes mişt hêvî...
Rêz bi rêz;
Dû êk,
Pişt êk,
Neql bi neql,
Vehûnandî,
Rêsandî,
Û weribandî...
........
Dilop bi dilop diherikin
Tên li ser ziman dipengizin
Û di navbera çav û birûyan de;
Ji xeleka strana evîneke dilsoj tên pê
Û dibin helqek ji strana evîna min.

2002-10-17

Ömer Demir
Kayıt Tarihi : 3.8.2004 22:32:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Ömer Demir