Strana Bajarê Bêhîs
1
Wexta te 
lê dixist
û tu diçûyî
min dixwest
ji kûrkûra dengê giriyê xwe
stranekê ji te re çêkim
û ji kûrkûra temama giriyê bajêr jî koroyekê
çi bikim
ez ne mûzîkjenekî binamûs bûm
Ew bajarê tu jê direvîya jî 
ji xwe ji koroyeke kezebşewat pêk nedihat
nizanîbûn reşêşkên rondikan bibarandana
di nav wan de 
min girêk li girîyê xwe xistibû 
kanî strana te jî ji melodîyen giriyan çêdibû
bi ser neketim, bibore, çênebû
çavên min birijin
bê stran bimînim 
ku min tu bê stran şandî
2
Wê wextê 
bi xezeb
li vî bajarî
ez bi efara evîna te ketim
çiqas ken û maçên te hebûn
min zû zû civandin ji bajêr
nebêje çima 
çavên min bar nebû
ku ji wan re bihêlim
lê dîsa jî 
min hinek dil 
kirin sedeqa evîna xwe û te
û min li bajêr belav kirin
tu zanî pê
bê çi bû 
bajar dîn bû 
û bi çolê ket
çû û çû...
Kayıt Tarihi : 8.2.2001 01:34:00
 
 
 
 
 Şiiri Değerlendir
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
 
 



Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!