“Şev bû...
bajarekî bêdeng û dev bû
canê te bi girî re li hev bû”
Ehmed Huseynî
1.
wexta te
lê dixist
û diçûyî
min dixwest
ji kûrkûra dengê giriyê xwe
stranekê ji te re çêkim
û ji kûrkûra temama giriyê bajêr jî koroyekê
çi bikim
ez ne mûzikjenekî binamûs bûm
ew bajarê tu jê direviya jî
ji xwe ji koroyeke kezebşewat pêk nedihat
nizanîbûn reşêşkên rondikan bibarandana
di nav wan de
min girêk li giriyê xwe xistibû
kanî strana te jî ji melodiyên giriyan çêdibû
bi ser neketim, bibore, çênebû
çavên min birijin
bê stran bimînim
ku min tu bê stran şandî
2.
wê wextê
bi xezeb
li vî bajarî
ez bi efara evîna te ketim
çiqas ken û maçên te hebûn
min zû zû civandin ji bajêr
nebêje çima
çavên min bar nebû
ku ji wan re bihêlim
lê dîsa jî
min hinek dil
kirin sedeqa evîna xwe û te
û min li bajêr belav kirin
tu zanî pê
bê çi bû
bajar dîn bû
û bi çolê ket
çû û çû....
Rênas Jiyan
Rênas Jiyan 2Kayıt Tarihi : 30.7.2010 22:22:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!