Strana Azadîyê Pir Dirêje

Mehmet Çobanoğlu
2549

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Strana Azadîyê Pir Dirêje

Ji ber zilmê û zaliman, sal li me herimîn
Gul û kulîlk, pel û şax bi sor û zer qemirîn
Em dixwazin bi me re, bila aştî were
Xem û kederê hemû bindestan bivemirin

Li ser gundan êrîş û talana xwînxwarane
Keçê weleh xema dayikan pir girane
Sextekarîya cîhanê ji me re merez e
Malan de şîn û gîrina kal û zarokane

Ay delala min ay, li me şev e! Li me pûs e
Şeva ripûreş me re azar û me kabûs e
Ev ferman ji me re, hilweşîna hêviyane
Delal, ev berxwedan ji me re ferz û namûs e

Ay delal, roj qetran roj qîre, ez te nabînim
Delal, ji bête ez bextewariyê nabînim
Ax sal di nav bêhêvîbûnê de derbas dibin
Em bi demsala gulan û kulîlkan nabînim

Delal, neyar xayîn, dem xayîn mirin bû xayîn
Ji me Kurdan re ferman hatiye dayîn
Barana havînê ji me re bû berf û bager
Keça Kurdan, li qijikên zilmê me bûn şahîn

Dil zîndanê de li şînê de me re dibêje
Dibêje" Strana azadiyê pir dirêje"
Ji ber wan zordarên hov, bi her der dişewite
Li ser çiyayên Dêrsimê bi dûman û mije

Mehmet Çobanoglu
26.12.2023
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 26.12.2023 15:20:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!