STÊRK
Em di jiyanek gerdûnî de gedexe ne
Listikê me li ber dengê gûleyan pênaberin
Tarî dikeve nava awirê me
Me pêr ne dikir
Lê em dizanin asayiyek heye
Deruniya me piçik piçik dibe
Ji hovîtiya kujyaran
Kujyarên peşîndar
Dewa dayika ji bo me
Ji bo me stargeh wêriniye ye
Serê tiliyên me dilerizin
Kîjan wênekeş dikare bixe dîmen
Şevê çend kuştin dikevin gûhê stunan
Em naxwazin şev werin
Tarî bikevin
Stêrk bişemitin
Qahpike romaye jî digotin
Bi ketina stêrkan re
Mirovên genc dimirin
An jî tên kuştin
Stêrke birqok zû dişemitin
Gelo çend mirovê genc di reşayiya şevê de
Dihatin kuştin
Kuştinê kujer ne kiryar
Li sînorê gedexe
Xeyaletên me daliqandî diman
Tirs revok hur ji sêwî
Firmêska dayikan
Li ser pêlê daran diherikîn
Mîna kaniyê
Diherikîn
Stranê me bi fîkandina bayêre
Bi asîman ve diçûn
Li ewran diketin
Wekê biruska şingîn dikirin
Bi panîk terikî me rê li ber çuyîna girt
Sekin,kuştin û mirin be jî
Çav kesk,çav zêrin
Li ser baskê qulinge nikil sor
Em dil şikestîne
Wêran kirine ninîkê sureta me
Bi xwenê birîndar
Me hêvî av dida
Kenê me bi dizî bûn
Girîn pariyek eşkere…
Em neçar bûn
Li axa xwe
Dizê mafe me
Celadê zoroke me
Sîxwirê nav xeyalên me
Stêrkê birqok diçelmisînin
Kayıt Tarihi : 4.3.2023 14:45:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!