Sosinê Şiiri - Ömer Demir

Ömer Demir
24

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Sosinê

Lê Sosinê, malxirabê tu çi dikî li çiyayên Gûzereşa malxirab, hin melûl û stûwxarî, lê Sosinê! ...
Ka were bêhna xwe ya xweş berde nava van hinavên min ên şewitî û min bibe zozanên Gare, Sermedar û Geraşîn e. Lê Sosinê! ...
Lê malxirabê! Tu min zozana Berçelan û Feraşînê bike mêvanê kewên ribat ku Ligel tavdana spêdeyan pirî xweş dixwîne.
Na na, ne weleh tu min bibe ser wan kaniyên sar û xweş, li terazinên dora keviyan dane;
Bila bilbilê malikxirab bêt û strana 'xunava gulê' ji bo dilê me yê kovandar û xwerûjan velorîne...
Hey Sosina minê, Sosê!
Hey Sosinê! Da nebêjin ev gelê han bê xwedî ye, kesê xwe nîne! ...
Serê vê salê, danê vê biharê evdala Xudê ev revendê malxirab bi rêketine,
Ka bo min bibêje; ewê biçin zozanan, an fermana Roma reş a xayîn li ser dagirtine...

Lê Sosinê, davziravê; tuyê wan davên xwe didî ber bayê sira sihara vî welatî, radimûsî tîrêjên roja nû ye
Malxirabê, tuyê were bo dilê min ê birîndar bibe nûja jînê, kulan li ser dilê min hilavêtî ye,
Roja xweş li ser min ava bûye;
Feleka me li me wergerî ye,
Riya me çol û kûstanin, kolanên xelkê biyanî ye,
Danê vê biharê xweşiya dinyayê li ber dilê me 'Evdala Xudê' herimî ye...
Hey Sosina minê, bextê te me; tu dav bi dav xemla xwe ya xweşik berde ser welatê me yê talan bûye,
Xudê pê dizane sala îsal, danê vê biharê emê berê xwe bidin welatê xerîb û xurbetan,
Kî dizane emê li çolan bibin xwerekê dirindan,
Teyr û tilûr dê me hincirînin li ber nik û pencan,
An jî hemû dê ji ta û birsê, tazî bêfathe bimirin li ber cergê tavê, li serê vê bihara xwedê!
Ma tu nabînî malxirabê eve fermana serê me rabûye!
Lê Sosina minê Sozê! ...

05-06-1995

Ömer Demir
Kayıt Tarihi : 24.7.2004 14:24:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.
  • Mehmet Çobanoğlu
    Mehmet Çobanoğlu

    Tera serkeftin bira ê omer sosînê xweş bi xweşe
    Wek roja zer.wek zimanê qedexe û dewlemend
    Wek evîna Mem û zîn wek ax û werên Kurdan
    bi dilekî germ tere serkeftin

    Cevap Yaz

TÜM YORUMLAR (1)

Ömer Demir