Sorgula min Şiiri - Hizan Silan

Hizan Silan
9

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Sorgula min

SORGULA MIN

ez
di xitimandina peyvên xwe
ên sist û pist de
eşqa xwe diyarî
dilê te yê berketî dikim
ji çarguliyên porê te yê xumrî
bêhna gulên biharê tê
bi bayekî xerîb re
li hinava canê min belav dibe
di agirê şeweta awirên te de
xwe dibînim
tu
bûyî bîranîneke
ji tîrêja heyva çardeh şevê
di giyanê min yê newêrek de
li ber pencera hilmgirtî
evîndar û bendewarê te me
xulamê koşka dilê te me
di xemkêşiya helbesta
gora dilê te de
binax dibim
tu
heyîna min a jîndarî
çavkaniya helbesta
li ser lêvên pênûsa min î
xweşbêhna gula baxçeya min î
min
girnijîna li ser lêvên te
di nasnameya gerdena xwe de
kola
henasa qefesa te ya germ
di kefa mista xwe de vedişêrim
min
riya xwe
di pisûlaya sewdaya te de
winda kir
berê xwe da oxira felekê
ez
mişextê melûliya çavên te me
mehkûmê zîndanên xemzeya te me
li dadgeha bejna te ya zirav
têm darizandin
di bijang û ebrûyên te de
dilbirîndar im
were bi zimanê xwe ên hingivî
birîna kezeba min bikewîne
berxa min
yara min
sorgula min

Xizan Şîlan
2006-03-03
Stockholm

Hizan Silan
Kayıt Tarihi : 15.11.2006 18:56:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Hizan Silan