Werda min xweha min
Û keça mala bavê min
Zare zar ket li dilê min
Rondik tênê çavê min
Kew û kevaka dilê min
Çi qewimî ax serê min
Derd girane tabip tune
Xew jî nakeve çavê min
Wardê can xweha min
Gula welat û warê min
Qebeqebe û li bilbilan
Dixwazin sorgula min
Welat gula me geweze
Çemek li nav de Ereze
Ax dil dikele lo dil birîn
Zare zar bû min awaze
Werdê keçê xweha min
Warê şêrîn hat bîra min
Ez birîndarê gula gewez
Bilbil difirîn ser gula min
10.11.2007 / Yildirim
Kayıt Tarihi : 12.11.2007 21:14:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!