Şoreşa sor pir şirîne
Jîyana bo dil,gulane
Hemû gel jî mera tê
Ev ref ê şêr egîdane
Heval hatin li boy me
Meşîyan bo mafê me
Destê wan de ala sor
Nav de wênê roja me
Gel çidike xweş dike
Cîhan bo me geşdike
Dest wan de roja me
Gul û dila germ dike
Gel rêwîyên doza me
Şervan hatin li bo me
Mahîr,Denîz bîrnekin
Ew parizvanin boy me
Karker,dozvan jî rabûn
Bi jîn,mêr tev wan bûn
Wek tilyên nav destan
Koma wan jî bi yek bû
Lixin lixin wan derxin
Patrona nav me derxin
Pergela wan tu ne tişte
Boy mafê gelan şerkin
Marks,Lenîn tev Mao
Bi Yek jî Fidel Kastro
Kurd ji hemû li ba me
Rêberê wan birêz Apo
Qada sor jî bû qada me
Keleş,çek ser milên me
Şervan,şêr karkerê me
Cîhan jî war,welatê me
Em nartisîn em natewin
Îbrahîm bû pêşengê me
Meral yoldaş pakrewan
Dost bixwazin mafê me
Çolter,bajar,beyarên jor
Karker û gundî gula sor
Em bendê li sosyalizm'ê
Dost cîhan bû wlatê me
14.03.2008
Yildirim
Kayıt Tarihi : 22.7.2008 21:25:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!