Hez nakim édî
û bawer nakim je evîné.
derewekî je dil,
gulekî bi xwîn,
deriyekî nîvmayî,
bé qerar çûm,
vaye tofan
heyhat..! Xweda….
min derewkar dernexe,
min derxe je nav mirovan,
ruhé min ne livir e.
min bibe…
ey xwedayé yekane, xwediyé şevé
baré min sivik bike.
dilé min bisefîne je evîna reş
ku min difetisîne.
min zarok bike.
ruhé min...
bi şekiré zarokekî ve
ruhé min,
girînekî bé wate ye.
kenekî neheq li ruyé min bide.
kaktûseki me ez
li germa çolé bi tena xwe.
rastî je xweliyé zewatir,
evin je seraban derewtir.
dilé min,
gundekî xerabe,
malekî nîvmayî,
dilé min,
deriyé xeyalatan e
tu kes nexuya ye.
xwedayé min
her sibe ez
li xwe gerînan wenda dikim
bi évaran je nûda
réya xwe xera dikim.
çawa ye nizanim bixeyidim.
ey nezan evdé xweda!
min nebe bi kolanén xwe da
ez kolanan jî wenda dikim
nava gerînén xwe da
nizanim réya min bi kuda
bibexşîne, min neqewirîne ey xweda
je huzura xwe da…
Kayıt Tarihi : 4.1.2016 21:52:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!