Bê dîne belê dindar jîyana xwe derbaz dike sofî
Li xwe dike cube, ser pêçayî, bi şaşık û kofî
Rî dirêj, di dest da tizbêh, bi fetil û fêl wek rovî
Misilmanan dixwapînî, tu nikarî Xwedê bi xapînî sofî
Qelem di dest da, çêdike kaxiz û nivişt
Nesîhetan dike, dibêj e ezê bidim we buhişt
Aqil û sewda di serê mirîdan da ne hişt
Derewan neke sofî, hey Xwedê te kuşt
Bi dûayên xwe dilê mirîdan xweş dike
Dewê merivan bi van dûan beş dike
Belê ew nizan e ku dilê wan reş dike
Tizbêha xwe dikişîne bi rîyên xwe va meş dike
Sofî gelek tema ye tiştek ji dest dernakev e
Rîya xelet dide pêş insanan, dibêje rîya heq ev e
Bila kes nebêj e sofî alîkarê feqîra ye, ev yek derew e
Kes nabîne, belê sofî ji huzûra Xwedê serejêr dikeve
Eker sofî jı bo dûayên dike pere bida
Qed dûa nedikir, tê dînê xwe jî bi dert bida
Dûa belaşin, sofî minetan jî dike di ser da
Hey sofî, çewa xelkê dixapînî, Xwedê belayê te da! ..
Tetwan, 10.08.2007, 21.oo
Kazım ÖzdemırKayıt Tarihi : 17.8.2007 15:27:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
İnsanên ne zan rîyên xwe berdidin dibin sofî, an jî diçin hıcê dibin hacî û bi vê sofîtîya xwe, bi vî hacîtîya xwe havîdorê xwe dixapînin, mala feqîr û fiqaran xirab dikin. Ev helbest jî li ser sofîyên nezane ku bi rîyên xwe dîn û iman difroşin.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!