Siya Makineyan de Şiiri - Jan Zagros

Jan Zagros
24

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Siya Makineyan de

Li Şevekî tarî,
Réya min dirêj e parî.
Ez dîsa xemgînî de veşartî me,
Xemgînî bi min re veşartî ye.
Ewrén qiréj je hésré çavé min dixwin
Û bé fedî xurt dibin.
Desté min ji bîhna makineyan dixwe giranîyé
Bi tarîbuné dikenin hesin mîna roniyé
Carekî de yekîtiya şevé diqelişînin
Hey dayé! ………………….çima?
Xwîna min çima ewqas sor e!
Heger dilopek bigîje erdé
Xwelî heşyar dibe,
Vediciniqe bahé qersok,
Ditirse kûçkekî,
Bé xwedî direve.
wekî kevirekî qiréje rastî.
dizanim,Kes nikare reş bifikire wekî şevé
Kes nikare wekî min
Lé Ez çiqas bifikirim jî
Ne siware ne peyaye li dora min
Siwarno siwarno!
Raweste ma tu newestiyayî?
Bibe peya bîstek
Û bipirse halé min carek.

Jiber çi wisa bû,
Silava min wenda bû,
Ma Ev jî xeyal bû?
Kî dizane ez dîn nebûme,
kî dizane vaye birîndar bûme,
Di nav makîneyan de,
Di nav çerqa dînîtî de
Kî dizane?
Di nav şeva tarî de,
Di nav Qîrînén bé deng de,
Kî dizane?

Jan Zagros
Kayıt Tarihi : 9.11.2015 21:52:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Jan Zagros