Pir behite pir jî sosret dîsa li me tevkujîye
Derê dilan şikandine, şitilên gulan qetandine
Warê me jî ber topane wele- bile me xopane
Agir, dûman ket nav malan derdê Kurdan dinalîne
Jîyaneke zehf dijware bi salane xwîn dibare
Hemû gund û bajaran de malên me hilweşandine
Caran zindan caran êşe, caran hawara kurdane
Hovitî û bêbextîye; tank û topên dewletane
Welatê me ber gulane dibe ku tişt jî nemane
Me lêdane û kutane karê dewleta Tirkane
Bi rastî jî serîhildane, tekoşîna me Kurdane
Rêxistina azadîyê tim jîyana me gelane
Ji hêzê parastina gel agahî hat bo me Kurdan
Tekoşîna azadîyê her rizgarî tim rûmete
Nav şertûmercê giran de doza Kurdan pêşte diçe
Nirxê hevalan bilinde destê wan de sor keleşe
Ev şerekî pir qirêje êriş anîn bo gelane
Yek dewleta Farsîyane yek dewleta Erebane
Ê din dewleta Tirkane her sê neyarên Kurdan in
Hertim berxwedan hebûne radestî jî tunebune
Lîstikên van faşîstan hovîtîya Erdogan jî
Tu car Kurdan natirsîne û egîtan natewîne
Cîvakparêzî, şoreşî, aştî rêya bo gelane
Xeyalê me de Kurdîstan dilê me de şoreşîye
24.11.2011
Yildirim
Kayıt Tarihi : 24.11.2011 12:07:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!