Şitila min Gula Min Şiiri - Mehmet Çoban ...

Mehmet Çobanoğlu
2557

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Şitila min Gula Min

Şitila min gula min bilbila nav baxê min
Pir rindî û bedewî tu keça welatê min
Fîxan û wîzare dil qêrîne te dixwaze
Dûrnekeve zû were tu kenekî bide min

Kubara me berxa me tu keça diyarê me
Gul, gulaça axa me evîna nav dilê me
Tu stêrka şevanî û ronahîya rojanî
Kew, kevokî dimeşî canê me delala me

Kon danîn ser zozanan berx û kar dor belavbûn
Keçê welat şêrîne per baskên gulan vebûn
Ha te re destmala sor şeng û şaî dil şaî
Bikeve nav reqasê hemû gelên me tevbûn

Keça min Havîn’ a me ez qurbanê bedewê
Tu keça me Kurdanî dev kenê û lêv gulê
Awaza zirnan, defane zû were dîlanê
Bireqise bi dil can dikeve ser govendê

Xweş e xweş e pir xweş e welatê me şêrîn e
Lê keçê û qemerê dev biçûkê war xweş e
Havîn’ê kubara me hebûna te evîne
Ser lingan direqisî çanda Kurdan pir geş e

05.08.2011
Yildirim

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 5.8.2011 16:42:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu