Min divê tu her şîrîn bî
Şîrîn a ber dilê min bî
Kulîlka nav rez û dahlan
Bahara vî dilê min bî
Min divê tu kevanî bî
Kevanî ya mala min bî
Xweşik û rindika mal
Coşîya hêlîna min bî
Min divê tu jîna dil bî
Jiyana dilê reben bî
Hizr û raman, geşîy'u can
Hiş û mejiyê serî bî
Min divê tu li cem min bî
Li cem min nav dilê min bî
Samax û hedana vî dil
Heval û hogira min bî
Min divê tu germahî bî
Germahîya nava min bî
Çilê vistana qerisî
Cil û bergên laşê min bî
Min divê tu her gîyan bî
Gîyana zerredê min bî
Jîn û jiyan, can û canan
Rawestîya gerya min bî
Kayıt Tarihi : 22.12.2023 21:28:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!