Bi min biqiruncin
Da ku serê xwe ji ser balîfa maran rakim
Û diranên li dijî kolberên
Bi taya zikê xwe ketine
Diqirqiçin
Ji kokê rakim.
Kefenên sitûşikestên, şîrê pêsîra kul diherike
Diqusînin
Û bi kibra fîraûn rûyê xwe reş dikin
Bişewitînim.
Nehêlim bibin
Şîrîkê derba ewil a cênîkê disincirîne,
Miriyên ji ber ezaba qebrê
Sînga xwe diqelêşin.
Nehêlim bê hejandin
Dergûşa bi tenî ya li warekî malmîrat
A berateyên kevokên penaber
Di hundurê xwe de vedişêre .
Goştê meytê genî bûye
Bi çongên xwe yên diricifin
Hilgirim
Û ber bi Geliyê Bertûlê
Bihuşta li Qûntarê Çiyayê Gebarê, veşartî
Bimeşim.
Roza Metina
Kayıt Tarihi : 23.8.2019 12:18:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Roza Metina](https://www.antoloji.com/i/siir/2019/08/23/sirike-derba-ewil.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!