ji te re du gotinê min he ne
yan nekeve rêyan
yan jî baznede
bihêl bila rê te daweribîne
.
rûyê xwe biçuk nebîne tucar
lê dîl nemîne di navê xwe de jî
ji watê peya be carinan
û swarbe li hespa xweşikiyan
bihêl bila dil te daweribîne
betlandî bî venekşe
ne eybê bihizire
ne jî gune
rûhnê li bin dara pêşî
bihêl bila sî te dawaribîne
netirse dema tu tenê may
ji bo her koçberî welatek he ye ji bîr neke
hêviyê dorpêç neke bi tirsê
bihêl bila azadî te dawerbîne
dengê te nexweş be jî
kulaman kêm neke ji lêvên xwe qet
bizanibe ku dengê herkesî xweş e
dema kulama xwe dibêje
bihêl bila xwetî te daweribîne
Kayıt Tarihi : 26.3.2009 02:45:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Durzan Cirano](https://www.antoloji.com/i/siir/2009/03/26/siret-2.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!