bi sernermî rastiya sirên veşartî
qal dikim
li ser giyana şevên mesûm
êşa tenêtiya kambax dibare
mizawiran
bi dek û dolabên xwe
li ser min bi ziman bûn
tovên jana striyan li temenê min
çandin
di hewşa mala min de sifreya har
raxistine
çarenûsa min
li peravên konçala tenha
hat terkandin
kaniya zanistiyê
di kendalên mêjiyê min re bi xuşexuş
diherike
kulîlkên gotina fazîletê
di lerza dest û piyên min de
geş dibin
ez
li ser axa bav û kalan
mişextî jana diyarên xerîb bûm
di şewqa çira odeya xwe de
demborî me
li reştariya goristanên bêdeng
mayînde me
li sibehên sergêj
hêlîna xwe di xemgîniya tava rojê de
ava dikim
li şevbihêrkên serxweş
pişta xeyalên stûxwar
mizdidim
di meraqa valahiya asîman de
mirovekî bargiran im
dîwarê koşka zaliman
bi saya eşqa pêxemberan
hildiweşînim
baskên helbesta xwe
ber bi asta ramanên herî bilind ve
diçirpînim
li ser pira bîranînan
toza gunehkariya wijdan
dadiweşînim
deftera hestên tolhildanê
vediçirînim
dilreşiya virek û hesûdan
di xweşbîniya xwe de
dibexşînim
zencîrên koletiya nefsê
di azadiya mantiqa xwe de
diqetînim
û dişkênim
Xizan Şîlan
2012-04-24
Stockholm
Artık birbirimize iki yabancıyız.
Her ne kadar acı olsa, ne kadar güç olsa
Her şeyi evet, her şeyi unutmalıyız.
Her kederin tesellisi bulunur, üzülme.
Bu şiir ile ilgili 0 tane yorum bulunmakta