Sinemxanê Şiiri - Jînger Colemêrg

Jînger Colemêrg
25

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Sinemxanê

Sînemxanê!
dil ne wa ye
tu dil nizanî
ka wer ji ter bêjim dil çawa ye!
dil pezeke bêçerî ye
havîneke bêavî ye
daristaneke bêbayî ye
goristaneke bêkêlî ye
kezîyeke nevehî ye
Sînemxanê!
li ser mijangên te merxebên biharê rûdinên
bi şewqa te vedigerin
gulberojên rengezer…
sosinên Berçelanê li ser keviya memikên te
ber bi dilê min ve dibişkivin
destên min di gerdena te de
xwuha kelahî vedixwen
û li te Colemergê dinêrin bi çavên xemgîndar
qebqeba kewên gozelê
li ser gurcîskên min
ber bi daristana kezîyên te
yên bi tavsorka havînê ve difirin...
ger ku hebe horîyek
di nava zulfên te de
du cokên gundan
di duryana lêvên te de
ka bi ser min de berde
ez dengê xwe nakim
dizanî ku canê min

bi destê te de du firên avê ne
yên netahm di devê te de
ji bêdengîya te
li kolanên evînê
sal bo sal ez xembar bûm
ez xemsar bûm
li bedena min
şopên kalbûnê dibişkivîn
Sînemxanê!
gelo tu li ku de yî
hêj hûrbaranên nîvrokî
di birûskên çavên te de dibiriqin
mîna berê dikenin qurçalên hingivînî
hêj lêvên te yên şerbetî
maçên dilnizim digerînin
bêhna temberiyên te
hêj li ser sûkên bajêran
mîna gulmehemediyan
hûnik hûnik diwezin?
Sînemxanê!
vaye bîst sal e
ez ji navê te veder im
mîna mirîyê bêdorveger
ji vê êşa notirvanger
bêzar û kul û keser im
ji vê xîyaneta çerxdinyayê
li ber bayê dewrangehan
bêbas bêdil û heder im
a niha ez dînek im
li hemberî te ez tirsonek im
di kuçe û kolanan de avarek im
min li derdorên peyarêyan
tifa li ser benûştê devê te
têhna xwe dişikand
û li bin darê merzaniyan
bîranînên ciwangehan
û pelên evînkêşan terikand…
Sînemxanê!
xwazî min careke din tu bidîtay
dengê te yê qedifok
di qesra guhên min de
reqsa şêxanî bikira
û ji çavên te yên nermbager
hizrên xilmaşî bikêşa
agirek dilê min digurmîne
sojank xwe li mejiyê min dialîne
ji bilî te ey bûkbaranê
bila xwelî li ser vî canê bêqedir û faşilûne
mijangên te şilêrên kelegirî
û dêmên te
mîna hinarên şengebî ne
destên te armûşgehtok
awirên te zarokên mişextî ne…
Sînemxanê!
ez ê piştî te dangehên merxebî
ji xwe biqewirînim
li ber xewa baran-biharan
ez ê dil û hinavên xwûngermok bihelînim
ez ê navê te
li ser qefesa singê xwe xilçikînim
û li ber lêva gola Wanê
arzebayên raborî pencirînim…
ditirsim bi salan e nedîtina te
bedena xwe bixilxilînim
eger tu carekê ji nepêkhatîyên ciwaniyê poşmanî
ez heftê û heft caran poşman im

Jînger Colemêrg
Kayıt Tarihi : 16.12.2022 12:45:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!