şilêr,
tu ji bo çi serê xwe nixwîn dikî
qey tu digrî şilêr…
qey tu birîndarî,
an evîndar…?
bibêje şilêr
ji bo çi stûyê te daketiye
li pala te şikêr
beramberî te belekî ye
te çî ye şilêr
ji bo çi rûyê te şil bûye
ji bo çi şilêr
derdê te çî ye…?
şilêr
piştî ku min tu dîtî
ez bi rojekê hezar salan jiyam
hezar caran mirim
piştî her mirinekê bi rondikên te
hezar caran vejiyam
hezar caran şilêr…
şilêr
êvar e li çiyan
ewran xwe daye ber rojê
ji kûratiya newalan
deng vedide dengê dengbêjekî
sîber daketine xwarê
teyr difirin ber bi asîmanan
tu nabînî
lê nanihêrî şilêr
qey tu xeyidî ji me
qey tu dilmayî şilêr
tu ji bo çi sernexwînî şilêr
ka bibêje te şerma kê bar kiriye
te raza kê pişt kiriye
te dilê kê veşartiye
te xwîna kê hewandiye
tu zêmara kê dikî
şîna kîjan terotolî digerînî
te dengê xwe li ku berze kiriye
di nalîna kîjan dayîkê de
di awaza kîjan dengbêjî de
di girîna kîjan zarokî de
tu şerma kê dikî şilêr
kê….?
şilêr
hezar dilên min te ji min dizîn
hezar caran te ez çal kirim
li nava axê
li beyareke çiya
li bereheke şikêran
di nava xwîdana şermê de
gotinên min li ser zimanê min hişk bûn
şilêr
guhdariya çîroka min bike
ez ji bo te dibêjim ha,
hezar gotinên xwe yên zîz
yên di sîtavka spêdeyekê de
li ber bayê felekê baligî ne
ez li nava xunava te dihêwirim
riyên min girtî ne
evîna min ji min dizî ne
dizî ne şilêr…
de serê xwe rake şilêr
li nav çavên min bimêzîne
şilêr
ji axa tu li ser şînhatî
pêjnên têvel tên ber guhê min
nalîn,
qêrîn,
qîjîn,
gazî
hemû pêkve olan didin
ev çi ye şilêr
qey tu li wan dengan dinêrî
ew dengên li pêş çavên te
di sînga axê de çal kirine
qey tu jî şahidê wan rojan î
wan….
rojan…
şilêr…
şilêr
ji ser rûyê te xwîn diniqute
xwîn û av
tîna janekê kel vedide
kel û jan
rondik têne xwarê
kel û girîn
lê şilêr
min gelekî mereq kiriye
ka kena te çawaye
bişîrîneke sivik dê çend li te bê
ez nizanim şilêr
ez ninazim çi û çi ne razên te
xemên te,
keyfên te,
henekên te…?
tu cîhaneke cudayî şilêr
di rojekê de hezar salan dijî
di şevekê de hezar tofanan radikî
di mistekê de deryayan
oqyanûsan dihewînî şilêr
şilêr
êvar e, şev sar dibe
her kes diçe
xwe dispêre hêlîna xwe
berxik vedigerin ber makê
teyr xwe dadidin ser lîsên xwe
mirov dinişin nav şaristaniyê
masî xwe davêjin nav pêlan
kêzik bi axê şa dibin
………
û ez û tu şilêr
em bi tenê dimînin
li qontara çiyayeke jibîrbûyî
li nav rûpelên dîroka nezayî
li ser axeke nekêlayî
xav,
xwas,
û damayî
şilêr
êdî tu dikarî serê xwe rakî
ji bilî min kes nemaye li vir
qey tu xwe ji min jî vedişêrî
na şilêr na,
jixwe em ji rayên hev dertên
ji dilê axê
ji kopê hêviyan şilêr!
2003-12-26/ Amed
Ömer DemirKayıt Tarihi : 24.7.2004 14:23:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Ömer Demir](https://www.antoloji.com/i/siir/2004/07/24/siler-2.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!