Silav û Rêz We re Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2553

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Silav û Rêz We re

Xasa me Xezala me deşta Muş’ê mala me
Germ be jî sar be jî her qucên welat canê me
Payîz be jî Zivistan be pêşeroja me Havîn’e
Gula me kulîlka me Wan, Tatwan warê me

Mije moran, dûman’e dîsa roj me bager e
Berxwedan û hewldan,rizgarî mera çare
Stêr ketin asîmanan gulac ji nû vedan
Haydê werin zû werin dem jî mera bihare

Neyar hatin pir harin Erep, Ecem, Deccal’in
Bawer nekin leşkeran gelê Kurd’an heşyar kin
Azadî, rizgarî, hewldan, wekhevî pir xweşe
Gelên cîhan birane şoreşger jî dozvanin

Dibare berf dibare ser gundan û malan e
Ne xwene ne xeyale axa me Kurdistan’e
Sedsale hezar hezar welatê me evdere
Çanda me biparêzin zimanê me şêrîne

Carna xem carna keser carna jî me dîlane
Gul vedan li renga reng jiyan bo me şoreş’e
Berf û baran dibare heval jî ser çiyan e
Koma Civakê Kurdistan silav û rêz we re


29.11.2010
Yildirim

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 29.11.2010 20:04:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu