Şilana Gul Bi Xêlî Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2545

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Şilana Gul Bi Xêlî

Şîlana min ser palanî
Ber zinaran û latanî
Tu bi gulan dixemilî
Rengê wan jî sor û sîpî

Şîlana min a tim rengîn
Dilê min jî bo te bengîn
Sitarbûna kevok çûkan
Hawêrê te çeme kanî

Şîlana min gul bi xêlî
Tu wek bûka çardeh salî
Û bo te tê bihar havîn
Tu tunebî ax jî xalî

Şîlana min tama xweşî
Kubara min tu sewdaî
Tim hingivî û şêrînî
Tu bo welat nîgar nexşî

Şîlana min şitila me
Hêşîn dibî ser axa me
Gul li ser te dipejiqîn
Kefxweş dibe welatê me

Mehmet Çobanoglu
26.09.2012
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 26.9.2012 23:40:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu