Ji bo dîtin çav dayî
Şikir ji te re Xwedayê min
Ji bo xwarin dev dayî
Şikir ji te re Xwedayê min
Dar dayî fêkî dayî
Şikir ji te re Xwedayê min
Lem dayî teratî dayî
Şikir ji te re Xwedayê min
Havîn dayî vistan dayî
Bahar dayî payîz dayî
Tişt ji bo tiştan dayî
Şikir ji te re Xwedayê min
Reng bi reng kulîlk dayî
Ji bo çavan xweşik dayî
Sirûşt û feza dayî
Şikir ji te re Xwedayê min
Dar bi pelan xemilandî
Ser bi porê şemilandî
Ax li bin pî vezilandî
Şikir ji te re Xwedayê min
Ji bo hilmê poz dayî
Bo bihîstin guh dayî
Bo çohatî ling dayî
Şikir ji te re Xwedayê min
Ji bo rastî hiş dayî
Bê jimar nimet dayî
Ya mezin îslam dayî
Şikir ji te re Xwedayê min
Bi mêşê hingiv dayî
Bi ajal sipîk dayî
Şîr û mast û run dayî
Şikir ji te re Xwedayê min
Ji bo şewat dar dayî
Ji bo kopal dar dayî
Ji bo hêlîn dar dayî
Şikir ji te re Xwedayê min
Ji bo sîyê pel dayî
Ji bo pirax pel dayî
Ji bo sewal pel dayî
Şikir ji te re Xwedayê min
Kayıt Tarihi : 11.10.2024 18:19:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!