Sıfır Dort Otuz İki(04:32) Şiiri - Ferza ...

Ferzan Şêr
5

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Sıfır Dort Otuz İki(04:32)

Dem li jimêr dide, dibe demjimêr,
Seat 04:32, roj hiltê,
Heger bête bê, çi ji min,
Çi ji min ji çûkan, va ye distrên,
Qebeqeba pepûkan e.
Ez, ê şevan im
Çi ji min, ji ronahiyê, ji tîrêjên royê,

Saet 04:32, li te ma çariyek,
Ji rojan dûşem e, çi ji min,
Duşem e, an jî şem li dû ye,
Xew şêrîn e, ji te perçeyek
Ez pêteke bêxew im
Çi ji min, ji bayên berbangê,

Çi ji min seat çend e,
Ey çûkên evîndarê royê,
Pepûkên evdal,
Çi ji min ji rojan, ji royan
Ey xewên bêhnteng,
Bayên berbangê,
Çi ji min ji we tevan,
Bêyî wê, çi ji min

23.06.2008, Batman

Ferzan Şêr
Kayıt Tarihi : 27.9.2009 23:41:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Ferzan Şêr