Şêxê Min2 Şiiri - Mehmet Hakan

Mehmet Hakan
28

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Şêxê Min2

Şêxê min!
Ez koçer im
Ne xwediyê cih û war im.
Niha ez li vir im
Bêhnek din dibe ku ez bimirim
Ka bibêje,
Ev evdên Xûdê çima ew qas
Dil kevir in?

Şêxê min!
Ez rêwiyekî winda me
Li ser rêyên pêt û agir
Tev de evraz û kaş û gir
Diçim û têm bi qîre qîr
Tu bibêje,
Li kû ye ava heyatê
Ya ku agir dike sar?

Şêxê min!
Ez bê siûd û bê çare me
Feqîrê li ber deriyê te me
Ne dijminê doza te me
Ez şagirtê ilma te me..
De bibêje,
Ger ez jî evdê Xûda bim
Çima ew qas dûrî te me?

Mehmet Hakan
Kayıt Tarihi : 5.3.2025 20:32:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!