Şewqa heyvê ket nav şevê
Bedewê, delalê, merdê
Keçê, keça dest hineyî
Heyveron ket li ser erdê
Li navpişta mi birîne
Birîn birîna gulane
Ji bo doza azadî yê
Ax û fîxan helhelane
Heyv heyva çarde rojî ye
Şev jî şeveke dirêje
Li ji min xwîn diheriqe
Were evîna me bêje
Delalê li neyaran de
Ne vicdan û ne jî rehme
İşev, xew ji min re tune
Dîsa wext li min re xeme
Îşev stêrk dibiriqin
Dibe ku min re mirine
İşev bila şev ronî be
Min qarîne, min zarîne
Kayıt Tarihi : 1.10.2019 14:59:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2019/10/01/sewqa-heyve-ket-nav-seve.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!