Şewan Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2552

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Şewan

Hesreta dilê min,sorgula warê mın
Kulîlka ser axa min
Çi bedewî tu çi delaî
Wek keçên xama
Sêzdeh û çardeh salî
Wek bilbil û civîk
Xalxalok,perperokê ser gulan
Wek xeml û xişirên jin û qîzan
Hîv û stêrên jor li ser ezmanan
Bişirê berbangan û rûçikê tava
Tava nav roja li ser rengê gulan
Şewana min,berxamin û canê min
Gul û kulîlkê pêşberê çiyanî
Çiyaên bilind û berz û xof
Mij û duman sur û bager
Tu gundê geş û xweş
Koçer jê dûr tên kon vedikin
Havînan û baharan
Konê mû,konê kulav li te

Gul tijîne
Ser gerra boxetepe û wan newalan
Hemû can û gîyanin gulên te
Tu germa nav rojan,şaîya bilbilan
Xem û xeyal kesera nav dilê min
Bax,bexçê gulan û bihiştan
Tu gulîstan,zozan tu havinî
Mêrg û zevî,gelî,newal û cobar
Wele hemû jî li te şirînin
Cigera min tu çi delalî
Him pir xweş him jî pir bedewî
Wek Kurdîstan wek gula me
Wek adanê şîr wek tama
Pivazên ter
Ceh,genim,nok û nîsakan
Tu paryê destê zarokan
Paryê ê tisî û rijî, kartî û heşk
Dîsa jî li te tama şêrin
Mîna şîrê dayîkan,

Şewan hêstirê çavê xerîban
Rebena û me bê kesan
Tu şêrê azadî û parizvanan
Sebra xerîbî yê,kesera dilan
Tu xweşî him jî pir şirîn
Wek bira û xwîşkan
Dilketî û yar û evînan
Şewan xweş Şewan
Bêrivan,keç û bûk,xaltî û met
Xemlîn hemû li gulên te
Serda pê heta jir bejir
Dengê bilûran û bilûrvanan
Berx û karan, mîh û beranan
Ew dilên xemgîn û zarîn
Bi carna şaî û caran şîn
Li ser te kele kele û dikel
Dil dihelînî gundê min
Keda şivan û gavanan
Gundîyan û karkeran
Bingehê te û hebûna te
Sîha zinara,dar û çiyan
Starê rêwîyane li ser te
Axa te hênik û caran germ
Axa te sar û caran jî kefen
Hemberê bilind û berz li te
Ava newal û kanî,çavkanîya….
Şîr û şirîn germ û sar li te.
Roja siba me germa canê me
Bêhna pûjan,pungan û sîran
Pêçya kend û neval derdorên te
Wek dil û can,goşt û neynûkan
Şewana min tu şirîna min

Dengê quling,kew û kewokan
Pepûkan li ser te
Sura payîzê
Berfên sipî û sar
Rêbend û çileye li te
Şilî û baran dibare axa te
Dixelitên dîsa rêwî û ajal li te
Bager û tofan,babîlosk
Qey hemû kombûn pey te
Sur û seqema zivistanêye
Sare,qeşe bihar jî nizî te
Germaîya singê dayikan
Şa dibin zarok,şa dibin kewok
Vedibin gul, geş dibin kulîlk
Demsal berva bihare
Newroz jî nizî me dîlan bibe
Bo cejn û şaiya me kurd’an
Axa te bo me rûmet û namuse
Kom û kombûn em li ser te
Şewata,dilan tu Şewana me
Pêt û pêtalê agiran
Ronahî ya çavan
Axaftin û gotinê dil û bilbilan
Dibijên Şewan xweş Şewane
Hebûn jî Kurdîstane
Kurdistan jî niştimane
Şewan gund navçe Qaqizman e.


10.03.2007.
BAYRAMPAŞA

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 6.12.2007 21:38:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu