Pezên gundan tev diçêrin
Şewan'a Jor gundê me ye
Axa me de xweş zozan in
Hesreta gund xema me ye
Bi keseran em dihelin
Bikin qîrîn, bikin hewar
Gotinên me hemû rastin
Xerîbî jî me bû dijwar
Kerema xwe ji bîr nekin
Keçikên me gul pêrî ne
Axa me jî tim pîroz e
Her quncik wî zêrîn e
Werin em vegerin welat
Mezinên me wir mirîn e
Hevalno, min bibihîzin
Welat ê me pir şîrîn e
Hebûn a me re jiyan e
Zimanê me qedrê me ye
Xerîbî ji me re zilm be
Rûmet'a me çanda me ye
Sal û zaman, me derbas kir
Axa me de mêrg û kanî
Du qat bihar li gundê me
Nîgara gund me re bînîn
Gund bû hasret! Ket dilê me
Me, bêriya gundê me kir
Ey gundê me gundê Kurdan
Me dilê xwe, te re vekir
Qaqizman ê wek bihuşt î
Di zeviyan de xweş tê xuyan
Şewan'a Jor xelata me
Xwezî em li ba te bûyan
Mehmet Çobanlglu
26.07.2025
Karaburun
Kayıt Tarihi : 26.7.2025 13:57:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!