Şevên Bê Guneh... Şiiri - Ahmet Baygümüş

Ahmet Baygümüş
194

ŞİİR


5

TAKİPÇİ

Şevên Bê Guneh...

Hêvîya min okyanus ên bê dawî
Stêrk noqutîn li ser şeva min
Ker dikir dengê ji kolanan dertê
Wek baranê payîzê diherike çavên mn
Dipîvim bi gav’an peyarê
Ku herroj tê re derbas dibî
Silav ji tere ya şeva bêguneh
Çima hemî rê li ber min hatin girtin?
Çima ji singa min derdikeve ava jehrê?

Ji nêrînên min direvin,
ji porên te yê hunayî.
Dixujike di bin pîyê minde axa pîroz
Li stuyê min alîya wek marên kuştî
Ji ber digre ava şerabê
Dem çawa giran dibuhure
Ez çawa kerixîm ji gotinên teyî derew
Tu tişt namîne li du min,
ji bilî çend dilop xwîn.
Çend bedenê di xeyalên min de mirin
Û nav ruhê dara bîyê de xwe veşarti...

06 Eylûl 2015

Ahmet Baygümüş
Kayıt Tarihi : 6.9.2015 10:01:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Ahmet Baygümüş