Şeva Tarî Şiiri - Şêxmûs Tayfûr

Şêxmûs Tayfûr
23

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Şeva Tarî

ger hebûya rehma barîna
ji çavên min ne dihat xwar
nedidît ev rojên xwîn bar...
ez dihatim ji riyên dûr,
li keviya devên min kenek zelal
te destên xwe dirêj dikir
mîna feqîrokê hezkirinê....
te koçdikir ji warê bêbext
di dilê te de hezkirinek nîvço mayî
lê çarenûsa te reş bû delalê
rondik para te ketibûn...
min te dît delalê
bi Zîn re tu heval bûy
agirê dilê te
welatek dişewitand....
ez hatim rindê warê barana reş barî
min te pîroz kir delalê
lê tu nema bûy
tu çûbûy xalxaloka zerda axa min
tu çûbûy
bi baranê demsala nenas re....

Şêxmûs Tayfûr
Kayıt Tarihi : 24.1.2009 19:10:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.
  • Berivan Yüksel
    Berivan Yüksel

    Min helbesteki gelek xweş xwend tı her hebi birez tayfur...

    Cevap Yaz
  • Metin Demirkaya
    Metin Demirkaya

    Once...
    ozur dileyerek ba$lamaliyim $air'den
    Kurtçe yazamadigim için,
    yasaklami$lar ise dilimi,ne gelir demem,elden
    çaba senden,duymasi dosttan,el vermek benden
    anlamadilar,
    anlamazki beyhide,her dil bir insandir sozunden
    becerdigim kadariyla yazayim bir iki soz,geldi içimden
    Yanli$im varsa,en ba$inda ozur dilerim $airden....

    hewal...
    roj ba$
    tu,ez,evan...
    em kul_i brané
    ...
    ...

    Cevap Yaz
  • Şeyhmus Tayfur
    Şeyhmus Tayfur

    ev helbest ji bo hevala min a nemir İLKAY RêZAN SALAZ hate nivîsandin...bila serê hechecikan sax be..

    Cevap Yaz
  • Mehmet Çobanoğlu
    Mehmet Çobanoğlu

    ez hatim rindê warê barana reş barî
    min te pîroz kir delalê
    lê tu nema bûy
    tu çûbûy xalxaloka zerda axa min
    tu çûbûy
    bi baranê demsala nenas re....




    Birêz Şêxmûs Tayfûr mamosta ê hêja destê te sax be ,ev helbesta te hat xweşa min bi helbesteke wetedar e
    te re serketin û serfirazî,daxwazim.
    Rojbaş
    Mehmet Çobanoglu

    Cevap Yaz

TÜM YORUMLAR (4)

Şêxmûs Tayfûr