De rabe were daê,lêlê belengazê;
Xwîşkê sebra me nema,
Per û baskên me li me şikest,
Kewa gozelê,çavreşê de rabe zû were,
Îsal jî bi agir ket nav dilê me
Goştê canê me helîya û kelîya
Xezalê,rabenê de were,
Par vê çaxê me re xopan bû,
Îsal jî dîsa Havîn me re bû qiyamet!
Eman daê hê sal nehat li ser salê
Dîsa war û ax li me bû dûman,
Mal jî me re wêran!
Xerîba min de rabe were
Par bûka mala bavê me bî,
Zarokên wê jî sêwîn mabûn;
Were xwîşkê lêlê rabe were.
Ez qurban,can qurban de were.
İsal jî birê me dan ber kêran.
Xwîn li diçe sorgeweze.
Were lê lê werê, sebra me nema
Xezala me rebenê rabe were
Li me dawat nîne govand jî nagere;
Bo me şîne û şîwane …
Ax were daê zû were me derenge
Salixê salixan ê tê gotinan
Biraê me kuştine û ber malane!
Bavê me kale û rewşa wî yemane,
Lê lê lê lêlê xwîişkê û daê tu were;
Dîsa ser me şeve kes nabîne,
Bavê me bi her çavan xwîn digirî
Desmala destê wê sorgewze…
Bawer dikim ser de jî xwîna dilane..
Hêjî germe.
Were dayikê were rebenê,
Bi lez û bez were;
Hespê bêmirazîyê hatîye,
Berderê mala bavê me sekiniye û dişêyî,
Birê me Memê me rêwîye û rêvîyê rîya dûr e,
Pizmam,cinar û nas hatine,
Gelek heval û hogirê jî,
Li me şîne û şiwane rebenê.
Xwîşkê were dil dîsa me zîz e;
Birînên birê me şax şaxî û pir kûrin
Xwîn jî lêdiçe sorgeweze,
Lêlê daê bêkesê birê me hê xorte,
Ciwane,azepe bi ser de jî me diqete û dûr diçe.
Were dayikê ez qurban de were,
Rebenê bi lez û bez were;
Karvanê bêbextîyê hatîye,
Dor mala bavê me girtîye!
Disa me şîwane….
Kesra dilê me girane,
Nêçîrvanê xiniz û kuştar,
Dilê me şewitand!
Cîgera me peritand,
Agir berî nav canê me da,
Birê meyî cîwan me stand.
Hilda dibe nade me nizam çima?
Ax lê xwîşkê de rabenê zû wer.
Were daê rêya te pir dûre em zanin,
Dîsa jî em hêviya tene,
Şev şilfîtazî ye,Havîn jî li me sare!
Kûçikekî bêperwerdayî,
Bûye qesasê birê me…
Lehî yê xwînê pêl û pêl e
Biraê me pêçaye germ dikişe;
Birîna birê me kûre
Ne yek ne du,ne sê ne jî çare…
Dil li birê me sekînîye
Ziman lê lale wele ne zare,zare
Madê wî jî tune li me re nakene,
Dest û lingên wî ji pir sare;
Wek ava Erez wek berfa Qers’e
Xwe jî me dihêle û diçe
Rêwîyê rêya dûre paşxwe nanihêre;
Gundiyên me kombune tên,
Xwîşkê de zû were kêlaka bavê me rûnê
Şîna birê me tu destbêke,
Dengê xwe bilindke
Bi bajara Gewze’ê heta Gundê Şewan’ê
Bajara Qers’ê navçe Qaqızman’ê..
22,06,2010
Taşdelen
Kayıt Tarihi : 20.6.2010 16:30:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Selamlarla.
TÜM YORUMLAR (1)