Şeva Mij de Ez Dinalim

Mehmet Çobanoğlu
2548

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Şeva Mij de Ez Dinalim

Dilê min de derd û kulin
Ez çibikim? Ez dinalim
Hêsirên min diherikin
Bi rojan e ez bêhalim

Dilê min de jana kûr e
Wext ji min re tu ne wexte
Kesên bêbext min dikenin
Dem ji min re pir bêbexte

Dilê min de xem tijî ye
Can û goştê min hirandin
Di hembêza şeva mij de
Xwîna min jî tev rijandin

Dilê min de hasret heye
Bese felek, êdî bese
Li min berde, ji min dûr be
Ez zelûlim, dil bêkese

Dilê min de, pêt hêşîn bûn
Xayîn felek, lo bêmerdo
Ax jiyan li min heram e
Derdo, min vegere derdo

Mehmet Çobanoglu
28.09.2022
İstanbul

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 28.9.2022 15:23:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!