Stêrkê şevê pêl û pêl nabiriqe û naçiruske
Heyva ser ezmanan jî dîsa di bin ewrê de ye
Çav çavan nabînin dora min jî qîr û qetran e
Berbanga sibê jî ferseng û fersen dûrî min e
War û welatê me îşev bê deng û bê hes e
Çûk û teyrên van çolan jî ker û lal in dîsa
Çem nakişin hemû kanî û newal jî miçiqîne
Ax ev çi rewşe! Ma mirin e an jî nemayîn e îşev?
Şev e, mij e û dûman e wek şûr û kêran jî tûje
Min dikuje heta bin hestîyê min û pişika min
Rebena min dilo birîna min de bêje ev çi hale
Ev şev tirs û xof e hemûyan jî dor min pêçane
Şev sayî şev tarî şev wek mirinê dîsa bêdeng e
Xwezî dengê darbilûran bihat ew reng û reng e
Gavan û şivanan jî kilam bigotan bi her dengî
Bigotan: De yar yar şev diçe roj tê roja niştimanî.
Di vê şeva tarî de şewl û şewq ket nav dilê min
Bi dengê gavan û şivanan bi hevalan û hogiran e
Digotin: Zilamo de rabe gelê Kurda rabûne ser pê
Gavek e şûnve xelas bûna şevê ye û ronahîya welat e
10.04.2009
Yildirim
Kayıt Tarihi : 15.4.2009 22:18:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

TÜM YORUMLAR (1)