ŞEV
Lâl bûne şev ji qêrîn û hawara dilê min, ax bîn fetisî dibe ji rondikên
çavên min, û
Dilerize dilê pê xwas
ji tirs û xofa tîr û xençerén cavén te
Û şev
Lorîkên min di himbêza
Tarîtîya dergûşa xwe de
di xew re dike
Û Çav bi sitêrkan re dişemite,
Û Xem li min dicivin xem
û şev jî
Bext reşîyê li dilê min dike
Nahêlin kû ez serê xwe deynim,ser sînga kederén xwe
Xem û xew li min bûn yek
Û piştgirî dan şevê û
Û ez dîsa mam bi rû bi rû
Keserên xwe ve, ew keserên kû di tarîtîya şevê dîl mayî
Min xwest kû
Ez gazin û lomên xwe
Bi tere parve bikim şev
Lé te disa derî li éş û kederé min girt şevv, û dîsa
Gilî û gazin séwî ma di şikevta dilé min de şevv
Ez disa bûm nobedarên êşên xwe, te disa ez kirim
Mîvané éş û janén min şev
Cavé te nebîne şev nebîne!
Kayıt Tarihi : 11.1.2023 12:49:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!