Şev Şiiri - Mir Serhedi

Mir Serhedi
10

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Şev

Li hember tenêtiyê
Ez mam tenê
Min guh da qirîna şev ê
Şev dizurî wek gureki har
Ji qirîna şevê diricîfim
Min dît hêyv ê
temaşa dikir hal ê min
Û
Dibişire
Bi ken pirsî
Ka çi bû?
Ku da çû yara çav xezalî
Min havar kir ji stêrkan
Stêrkan got were
îşev mevanê me be
Li ser esmana
bigerin
Erd û erş ê xwedê
Bigerin
Deşt û nevala
Em herin
Li ser sîpan ê xelat
Warê Siyabend û Xecê
Bi hevra bigerin gora mem û zîn
Em keyf û şahî herin
Mezra Botan
Ware qedîm
Li ser mizgefta mezin
Ji kevokê şîn boz pirs bikin
Rec ên xezala te
Min got na na
Ne hewce ye ger û vegerin
Bi dilekî xemgînî û keserî
Xwe bi xwe
Ji devê min derket
Ev peyvên bê hêvî
Ne ma
Ne ma
Kesek ne ma
Yek bi yek
Çû

Mir Serhedi
Kayıt Tarihi : 19.5.2016 13:10:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mir Serhedi