Şervanê Îsyankar Şiiri - Xizan Şîlan

Xizan Şîlan
49

ŞİİR


5

TAKİPÇİ

Şervanê Îsyankar

ez
ne cahil
ne jî zana me
ne ronahî
ne jî tarî me
li valahiya tesadufên gerdûn
dengvedana asoya bêdeng im
çavdêrê şopên siya xwe me
di leyîstika çarenûsa xwe de
goga li çep û rastên xwe
digindirim e
di senaryoya fîlîmên bênav de
fîgûranê êşa jiyana xwe me
li asta çiyayên azad
şervanekî îsyankar im
di dîroka çerxa felekê de
xwe pirsiyarî dikim
û dadirizînim
di giyana cangoriyên Roboskî de
lanetê li rûyê malmîratan
dibarînim
gewriya dilê kelegirî
bi dengê şewata kilamên Feyrûşahê
haş dikim
li asîmana şîngirtî
merasîma cendekê xwe dibînim
bedena xwe
bi loriyên dayikên kezebşewitî
dinixumînim
ey cin û periyên goristana lal
di rihetiyê de bihêlin
termê mirina min !

Xizan Şîlan
2012-02-22
Stockholm

Xizan Şîlan
Kayıt Tarihi : 1.3.2012 01:31:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.
  • Alpaslan Akdağ
    Alpaslan Akdağ

    ez
    ne cahil
    ne jî zana me
    ne ronahî
    ne jî tarî me

    kürtçeye vakıf olamasam da, her biji bıra!

    Cevap Yaz

TÜM YORUMLAR (1)