Serê Sibehê Şiiri - Ahmet Baygümüş

Ahmet Baygümüş
194

ŞİİR


5

TAKİPÇİ

Serê Sibehê

Li serê vê sibehê
Dîsa ketim nav êş û elem
Kul û keserê bê nav.
Xeyal ên dereng mayî.
Xewnerojk ên bi xunav.
Bexçeyê xemgîn.
Kulîlkên êtîm dibînim.
Sosin ên stuxwar.
Roj xeyîdîye îro,
Dernakeve di bin ewran.
Êdî naherike çemê dilê min.
Fetisîn li ser zimanê min,
Gotinên şermoke.
Pirpitî Laşên min,
Di nav bê çarebûnê de.
Were ji minre bibe derman
Di baxçê min de vekin kulîlk
Bila îro roj biken derkeve
Bila biherike şad û bextewar,
Çemê dilê min.
Bila dayne lerza bedena min.
Li hev werin roj û heyv.
Bila bizvirin li warê xwe,
Xeyalên min ê penaber.
Ziwa bin rondikên çavên min.
Were;
De were,kulîkekê dayne li ser gora min...

26 Şubat 2015

Ahmet Baygümüş
Kayıt Tarihi : 26.2.2015 09:20:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.
  • Doğa Fendi
    Doğa Fendi

    Şiir hayatınızda başarılar dilerim.

    Cevap Yaz

TÜM YORUMLAR (1)

Ahmet Baygümüş