Kenên te mîhrîcan e
Her dêmên te bihar e
Ez bendewarê te me
Mala me ber gihar e
Tu şadî tu aramî
Sorgula çiqilanî
Bête jiyan herame
Tu vejîna dilanî
Serdilkê were ba min
Vê demê benda te me
Lê xezala bêhempa
Heyrana çavê te me
Tu çare tu şîfa yî
Mîna gulebûkayî
Min re xewn û xeyalî
Tu keça gundê me yî
Delalîya dilê min
Ez bê te ker û gêjim
Tu qet min nexeyîde
Ez te ra can dibêjim
Kêyfa min jî te re tê
Tu kewa zinara yî
Li nûra nav rojanî
Dermanê her derda yî
Mehmet Çobanoglu
03.03.2019
Stanbol
Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 3.3.2019 20:44:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!