Ev çîye hat ser me? Agir xistin dilê me
Me re êşe û xeme dijmin ket welatê me
Dîsa li me moran e dîsa li me bager e
Kewtînîya Rom’ê ye xirabî xist axa me
Aramîya me tune, welat ji ket nav sermê
Dem cemede pir sare, em rabûn diçin germê
Ev çalakîya divête an mirin an mayîne
Kesên xayîn û bê bêbext nizanin mane şermê
Lo destên xwe bidin hev; her der bûye kemîne
Yekitî tifaqî ye, bêtifaqî mirine
Welatê me şên bikin biratî yê geş bikin
Bê azadî nemîne ji aştî yê nemîne
Şer û cengê girane berxwedana Kurdan’e
Şevên tarî fetisîn şefeqan serî dane
Koletî ya me qedîya şahîya gelan e
Ev awaza billind jî dengê şêran, merdane
Hûn jî rabin bi ser xwen kesên mala bavê min
Keça min û bûka min lawê min û xortê min
Dijî hemû neyaran gelê Kurdan tev rabûn
Azadîa me bînîn mizgînîyê bidin min
16.02.2016
Stenbol
Kayıt Tarihi : 16.2.2016 17:03:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!