Şengal * Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2546

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Şengal *

Hey hey hey ax wax li me
Fermane,farman îro li me!
Teqe teqa topan û gulane
Êş û rûxan,dumane li me

Hey hey hey ax wax li me
Şer û şîwane,agire ser me!
Zarok mirin can birîndare
Em Êzidin êrêşe,gefe li me

Hey hey hey li hê havîne
Telezer û Şengal dumane
Dilê min wax li ez bimirm
Xidir,Qahtînya birîndare!

Hey hey hey ax dumane
Kalê Zerdûşt war şîvane!
Neyarê me Rome,Farse
Lo dilo can Laleş dinale

Hey hey hey ax dumane
Şengal,Musul jı xopane!
Mirin rahîşt dil û li cana
Bêncsed gelê me mirine

Hey hey hey dil jane me
İro komguja lo Kurdane!
Kê birîndare û kê dinale
Derdor me mije,dumane

Hey hey hey li şewate me
Îsevî,Musevî hewar li me
Încîl,Tewrat û ola Zeburî
Ev çi rewşe hate serê me?

Hey hey hey hewar li me
Sîxurê Romê ket nav me
El Qayîde li Jîtem ba hev
Mêrkujin,jiyan nadin me

Hey hey hey hewar,heware
Meha Tebaxê mirin,şîvane
Em Êzidîn oy Êzidîên reşin
Gure gura topa,çekane me

Hey hey hey lo hewar me
Hewar hewar hewar li me
El Qayîde,misilman hatin,
Ev çi hale,îro mirine li me

Hey hey hey ax hewar me
Dilo can werin,hewara me
Egîd heval de rabin werin
Birîndare îro Şengal'a me!

Hey hey hey lo hewar li me
İsa Musa û ola Muhammed
Musulmana êrêş da serê me
Birîndare iro dîsa walatê me

23.08.2007
Yildirim

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 27.10.2007 14:26:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu