Selocan Şiiri - Jînger Colemêrg

Jînger Colemêrg
25

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Selocan

Selocan
heyran Selo!
van xêr e
her car nîşanî te didin kêre
çi ji te d’vên wilo
di kelepçê de asê ne dest û tilo
bes neşên bi gotina te jî bikin şer
her çekan werdigirin bi deyn û qer
gotin har e, dil bi şilo
heyran Selo!
Xwedê bi kesê nakin
roj diçe ava çira hilnakin
heval ji me dûr in
dost hin caran silo
dê wer heyran Selo
gundî dê ji nû bikin bûk
Başaqa çav bi kilo
dê ji te re çêbikin
keledoşa Hekarîyan
ber çayê re wê bînin
hingiv, gûz û kakilo
bêje bi dengekê kûr
bila guhdar be
Cizîr, Nisêbîn û Sûr
Wek Evdalê Zeynikê
bêje ya xwe ji wî bilbilo
bila bibihîsin
ew darûbar
ew gurên har
giya û gilo
wê bizanin
tu çend jîr, jêhatî û têr-aqilo
serbilind in yên ku serî netewînin
dilnizm in yên ku sulhê dihewînin
winda nakin
hêz bi hêzê
mil bi milo
kes nake li te tu gazindan
rêhevalê kedmazinan
raz û niyaz te dixwazin
aşiq be tu, azad be tu aram be dilo

Jînger Colemêrg
Kayıt Tarihi : 21.9.2022 12:01:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!