Heder li min mij e, li min dûxwan e
Dîsa li şehîna hespê rewan e
Rojane ez bo te hespê xwe dajom
Çavê min jî li hesreta xewan e
Ez rêvî me, ji van xeman û derdan
Delalê kul, keserên min serîdan
Yar di nav dilê min de xem dikele
Qey agir, kozir li ser min de berdan
Pir deşt û kend, newal, çiyan fetilîm
Li qudimê min nema, zehf betilîm
Hespê min jî îro li westê şehî
Delalê bi evîna te zelîlîm
Bi derdan û evînê bi xemane
Qirîn, qijîna min li ser zimane
Ez bi helbestan, stranan dikelim
Hêsirê min dikişe wek çemane
Ji ber jiyaneke pir bed û tewşim
Dilbêrina min salane bextreşim
Dilo ez bêmal, bêwar û bête me
Ji ber ba ji ber bahozan diweşim
Mehmet Çobanoglu
18.06.2020
Stenbol
Kayıt Tarihi : 18.6.2020 18:50:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!