Şefeqa Sib'w Me Bû Qetran

Mehmet Çobanoğlu
2544

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Şefeqa Sib'w Me Bû Qetran

Dîsa dilê me qijilî hûnudirê me jî kizirî
Neyarê hov kezeba me êşand û ji me xwîn rijya
Ferehat xemgîne Dicle xemgîne welat xemgîne
Ev şerê qirêj de dîsa dil û kurçikên me pijya

Warê me bajarên me gundên me deşt û zozanên me
Hilweşandin, xirabe kirin ev tiştên enirî ye
Dîsa qêrîna zarokan e fîxana dayîkan e
Şefeqa sibê ser me bû qetran, welatê me binda ye

Li ser me de agir barî me qêrîne me qijîne
Bi rojane li me şîne û me re dîmeneke reşe
Mil neman dest neman bi her der me re xwîn,û xezewe
Sedsal’a bêtewş e neyarê me Kurd’an Rom’a reşe

Li artêşa Rom’ê bi topan hat bû qeda serê me
Neyarê qehpik bêwîjdane li dîsa me talane
Her der li me bû Helepçe gund û bajarên me neman
Destên gemar ket koma me hilweşandina malane

Bijî gelê me bijî dijrabûna me pir pîroze
Gelê me tu car ji doza azadîya xwe venakişe
Em tu car êrîşên Rom’a kujdar ve tu bêzar nabin
Navberên keviran û latan de ji me xwîn bikişe

05.03.2016
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 5.3.2016 13:24:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu