bikêmasî tû yê sê zimana zanibî
bikêmasî di sê zimana de
tû yê dê û jina dûz biçî
bikêmasî tû yê sê zimana zanibî
bikêmasî tû yê di sê zimana de bifikirî xewna bibînî
bikêmasî sê ziman
yek zimanê te yî zikmakî
mîna dest û pîya yê te
mîna şîrê dîya şîrin
mîna şîrê dîya belaş
lorîn, cîrok, zêf jî bi ser ve
yên din jî heft bavan xerîb
her pêyv, yê di devê şêr da ye
tû yê her pêyvê, yêk û yêk bi diran û neynûkê xwe
wek helkişadina kokekî, helkişini derxî
her pêv, yê wek bejna kelpîçekî bilind be
di her pêvê de tû yê qatekî din zêdebî
bikêmasî tû yê sê zimana zanibî
bikêmasî di sê zimana de
gotina hundira canê min
gotina canê min heta devê min
gotina navê gulasor heye
gotina ku de yê qute bila di wir de biqete
gotina bila mirina hepsê yê bi cê be
gotina destîk gîya ye, ya ku bizinê ji yarê difirîne
gotina mirovmêta mirovan,
xaxîyê xwa daye navê
çi gotin
tê bêhemd, kanibî gurm-gurmê lê bînî
bikêmasî tû yê sê zimana zanibî
bikêmasî di sê zimana de
tû yê dê û jina dûz biçî
bikêmasî sê ziman
çima ku tû ne dîrokî ne coxrfyiya
ne evî ne ewî
lawê min memo
tû lawê neteweykî ku otobus lê revî ye yî
Helbest:Bedri Rami Eyuboğlu
Werger: Remzi Çakın
Kayıt Tarihi : 8.1.2009 09:48:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!