Sê Gulin Sê Gulîlkin Şiiri - Mehmet Çoba ...

Mehmet Çobanoğlu
2544

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Sê Gulin Sê Gulîlkin

Sê gulin sê gulîlkin per- belgê wan jî keskin
Gule barandin ser wan xwîna wan jî helçinîn
Em heyrana wan gulan ketin nav hemû dilan
Yek Leyla yek Sakîne yek jî xwîşka Fîdan e

Sê xezalin sê çeleng çav- birhyên wan jî belek
Kara wanan giringe gelên me jî pir gelek
Jin û jîyan bi hev re bo welatê meşîyan
Yek Leyla yek Sakîne yek jî xwîşka Fîdan e

Sê lehengên rizgarî ser doza me hesîyan
Tim meş meş ew meşîyan qet piçek newestîyan
Li bajara Parîs’ê qelaşıyê qelibîn
Yek Leyla yek Sakîne yek jî xwîşka Fîdan e

Sê dilin sê cîhanin; ew rêberin, pêşengin
Ser axa Kurdîstanê gul -sosin,ew rihanin
Mala Rom’ê xerabe şoreşgerên me payin
Yek Leyla yek Sakîne yek jî xwîşka Fîdan e

Sê jinin sê jiyanin, dozvanên me Kurdanin
Ew namirin şehîdin xwîşkin, dayîk, biranin
Heyfa wan yê bêheldan ew sê keçên me Kurdan
Yek Leyla yek Sakîne yek jî xwîşka Fîdan e

16. 01. 2013
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 17.1.2013 01:33:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu