SARYA
Sarya tu lê kûyî.?
Te nabînim hevala min.
Li Cûdî yê li Gabar’ê
Li sî ya darê li rêça berfê.
Nexweş ketim ji bona te yarê.
Te nabînim ey delalê.
Ez difirim wek teyrê bazim.
Li Amed’ê li deşta Mûş’ê.
Dibim çavên zarokên rojê.
Dibim kena keçikêkî biçûk.
Rê ya te da can fêda me.
Sarya dila hevala min.
Dibim ava Dijle û Firat.
Diaxivim nava welat.
Eşqa te da bû me zinar.
Mîna dinêk bê go û bê ziman.
Sarya dila kûda çûyî..?
Ez hesreta rewşa te mam.
Sarya heval tu lê kûyî..?
Bê te bû me kûla dila...
Helbest: M.Raşit ER
Mehmet Raşit ErKayıt Tarihi : 2.12.2010 10:07:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Raşit Er](https://www.antoloji.com/i/siir/2010/12/02/sarya-3.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!